GULNUXWÎN


Mirovên li Kurdistanê terzê jiyana talanker qebûl nekirin û li dijî vê zordestiyê bi rengên cuda li ber xwe dan. Di vê pirtûkê de hûn ê serdemeke jiyana hinek ji van mirovan bibînin.

Description

Li Kurdistanê ez hatime dinyayê û dê û bavê min her du jî Kurd in. Ji ber ku qismekî jiyana min a zaroktiyê li dûrî Kurd û Kurdistanê derbas bû, heta pazdeh saliya xwe min baş nizanîbû bi Kurdî biaxivim. Dê û bavê min, ne wisa bûn. Ew li Kurdistanê hatibûne dinyayê û li wir mezin bûbûn. Ji ber vê yekê jî bi rengekî suruştî bi Kurdî, Erebî û Tirkî baş dizanîbûn. Lewra ev her sê ziman jî li herêmê dihatin axaftin.

Ji ber ku li ser zimanê Kurdî gelekî zor zext hebûn û ji devreyî welêt desthilatiyê çand û jiyana herêmê red dikir, nifşên nû jî hêdî hêdî ji çand û zimanê xwe dûr diketin. Êdî ew kesên ku ji çanda xwe dihatin dûrxistin, li dijî vê neheqiyê dest bi têkoşînekê kirin. Desthilatdariyê axaftina bi Kurdî weke sebeba şer qebûl kir û hinekan li dijî vê qirkirina çandî, bi ruh û canên xwe û hinekan jî li mala xwe bi axaftina zimanê xwe têkoşîn kirin. Min li nava civaka biyanî xwe neveşart û bi serbilindî zimanê xwe pêşkêş kir û bi vî rengî min têkoşîna xwe da ku ez xwe bi derdora xwe bidin qebûlkirin.

Book Details

Dil

Kürtçe

e-book ISBN

9781005491116

Kelime sayısı

55.596

Yayın tarihi

10 Ekim 2021

Diğer satın alma linkleri

APPLE: https://books.apple.com/us/book/x/id1590387593
KOBO: https://store.kobobooks.com/en-us/Search?Query=9781005491116
BARNES&NOBLE: https://www.barnesandnoble.com/s/2940165051401
ODİLO: https://marketplace.odilo.us/opac/?query=9781005491116

Author

M. Fehmi Acat

Yorumlar

Yorumlar

Henüz inceleme yok.

İlk yorum yapan siz olun

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir